Balafirên dagirker yên dewleta Tirk li Eyn Îsayê êrîş kir, 2 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne.

Balafirên bê mirov yên artêşa Tirk li ketina Eyn Îsayê êrîşî bendeke kontrolê kir.

Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn.

Êrîş li dijî benda kontrolê ya Hêzên Asayîşê ya li ketina navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê pêk hat.

Di encama êrîşê de endamekî hêzên Asayîşê û sivîlek birîndar bûn.

Artêşa Tirk û çeteyên wê duh jî gundên Dibis û Hoşanê yên navçeya Eyn Îsayê topbaran kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button