Li gundên herêma Aliyan a Girkê Legê îro dewriya Rûsya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk hat.
Diviyabû dewriya Rûsya-Tirkiyê li herêma Aliyan a Girkê Legê ya kantona Qamişlo derketa.
Lê tevî ku 6 wesaîtên polîsên leşkerî yên Rûsya 2 saetan li gundê Dêrna Axê li benda leşkerên dewleta Tirk man jî, wesaîtên wan derbasî xaka Sûriyê nebûn.
Paşê wesaîtên polîsên leşkerî û yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji gundê Dêrna Axê dest bi dewriyê kirin.
Dewriye ber bi gundên Ibrahîm, Bakrewan û Batirzan ve çû û piştre ji van gundan vegeriya Qamişlo.
Di 8 û 16’ê Mijdara 2019`an de dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û dewleta Tirk li herêma Aliyan a Girkê Legê derketibûn.
Dewriye ji aliyê şêniyên herêmê ve rastî bertekên mezin hatibûn.