Koçberiya ber bi Ewropa ve

Bîlançoya xewnên binavbûyî giran dibe.
Koçberiya ber bi Ewropa ve, li nava rê û di binê deryayê de bi dawî bûn.
Rêxistina Koçebriyê ya Navnetewî (IOM) ragihand ku di nava 8 salan de 29 hezar kesên dixwestin xwe bigihînin Ewropa jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Koçebriyê ya Navnetewî (IOM) têkildarî koçberên ku di nava 8 salên dawiyê de berê xwe dane Ewropa û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane rapora ku amade kirî eşkere kir.

Rapora ku ji hêla rêxistinê ve hatî weşandin carek din trajediya mirovî ya di zêdebûna pirsgirêka koçberiya neqanûnî ya van salên dawî de eşkere kir.

Di raporê de hat ragihandin ku Derya Spî rêya herî zêde di koçberiya bêdestûr de tê bikaranîn e.

Hema bêje veguheriye goristanekê.

IOM: Di 8 salan de 29 hezar koçber mirine

Hate destnîşankirin ku ji 2014’an ve bêtirî 29 hezar koçberên neqanûnî dema hewl dane xwe bigihînin Ewropayê mirine.

Ji vane 5 hezar tenê di nava 2 salên dawiyê de bû.

Di raporê de hat diyarkirin ku 2 hezar û 836 koçberên neqanûnî ku piraniya wan ji peravên Lîbya û Tûnisê ne, hewl didan biçin Îtalya û Maltayê jiyana xwe ji dest dane.

Li ser xeta Afrîkaya Bakur-Giravên Kanarya ku weke rêyeke din a hatî bikaranîn û bûyî sedema mirina 1500 koçberî.

Her wiha hat diyarkirin ku mirina koçberên neqanûnî li Yewnanîstan, Balkanên Rojava û Kanala Îngîlîstanê zêde bûye.

Lêkoleran teqez kirin ku çarenivîsa gelek keştiyên binavbûyî ne diyar e, û mirin jî hene.

Back to top button