NATO, Rûsya û Îran hişyar kir

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ji ber şerê li Ukrayna got,
Divê Rûsya bo êrişan ti hincetekê ava neke.
Stoltenberg Îran jî hişyar kir ku di şerê li Ukrayna de piştevaniya Rûsya neke.

Sekreterê Giştî yê NATO yê serdana keştiya balafiran ya Amerîka kir û li wir daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Jens Stoltenberg îşaret bi şerê li Ukraynayê kir û got;

Şer di qonaxeke pir girîng de ye.

Stoltenberg diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li qada şer bi tundî bersiva têkçûnan dide û ev tişt anî ziman:

“Rûsya niha îdîayên derewîn dike ku Ukrayna xwe amade dike bombeyek radyolojîk a qirêj li ser xaka xwe bikar bîne.

Rûsya gelek caran kesên din bi niyeta xwe sûcdar dike.

Ji Sûriyê mînakek bigirin.

Cîhan ji nêz ve wan dişopîne.”

Stoltenberg îşaret bi Îranê jî kir û teqez kir ku wan dîtiye Îran di rojên borî de alîkariyên leşkerî pêşkêşî Rûsyayê dike û got:

“Ev nayê qebûlkirin.”

Sekreterê Giştî yê NATO diyar kir ku hin welatên NATO û YE pêşwaziyê li ferzkirina cezayên ser Îranê dikin.

Bêtirî 80 balafirên şer, 14 keştî û nêzîkî 6,000 leşker ji 24 welatên NATO û hevkarên NATO Swêd û Fînlandiya beşdarî tetbîqata “Neptune Strike 2022” ya NATOyê dibin.

Back to top button