Li Yemenê…di nava 3 rojan de 72 saetan de 814 kes mirin

Li Yemenê 7 salin şer kêm nebûye.
Her çiqasî asta şer kêmek daketibe jî lê li welat her dengê çek û topan heye.
Di nava van 7 salan de 233 hezar kes hatin kuştin.
Herî dawî Erebîstana Siûdî di nava 3 rojên derbasbûyî de 88 oparasyon li herêmên parêzgeha Maribê pêk anîn.
Di encamê de 814 kes hatin kuştin.

Di nava rojên dawiyê de, li Yemenê şerê herî dijwar rûdide.

Li gorî nûçeyan ajansa fermî ya Erebistana Siûdî (SPA), hêzên koalîsyonê di 72 saetên dawîn de 88 operasyon li herêmên el-Kesara û el-Cewba yên li rojavayê parêzgeha Marîbê pêk anîn.

Hat ragihandin ku di operasyonan de 36 wesayetên leşkerî hatin teqandin û bêtirî 264 çekdarên Hûsî jî hatine kuştin.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya es-Serî jî di civîna çapemeniyê de ragihand ku çekdarên wan 550 kes kuştine, 1200 kes jî birîndar kirine û 90 jî dîl girtine.

Serî got,

“Di operasyona Bihara Serkeftinê ya li parêzgehên Şebwa û Maribê de, bi giştî 3 hezar û 200 kîlometre çargoşe hat rizgarkirin.”

Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014’an vir ve paytext Sana û hin herêm di bin kontrola xwe de ne.

Hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ji Adara 2015’an ve piştgiriyê didin hikûmeta Yemenê ya li dijî Hûsiyan.

Di şerê ku 7 salan li Yemenê dom kirin de, 233 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.

Krîza mirovî ya ku ji ber şerê navxweyî li Yemena ku di nav welatên herî feqîr ê cîhanê de ye, mezin bûye, gihîştiye astên tirsnak.

Li gor daneyên Netewên Yekbûyî, li Yemena ku xwedî 30 milyon nifûsê ye, yek ji welatên krîza herî mezin ya mirovî lê heyî ye.

Li welat 22 milyon kes pêwistiya xwe bi alîkarî û parastinê heye.

Di daxuyaniya UNICEF’ê ya 19’ê Cotmehê de hate ragihandin ku li Yemenê ji destpêka şerê navxweyî û vir ve 10 hezar zarok hatin kuştin an jî birîndar bûn.

Li Yemenê ji pênc zarokan çar jê pêwîstiya xwe bi alîkariya mirovî heye.

Ev jî tê wê wateyê ku pêwîstiya 11 milyon zarokî bi alîkariyê heye.

Back to top button