Ji MSD`ê bangewazî: Divê şêniyên me yên li Dêra Zorê ji komployan baldar bin

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê êrişa li ser akademiya perwerdeyê ya QSD`ê şermezar kir û bang kir ku li hember planên dijminên azadiyê û nirxên demokrasiyê, baldar bin.

MSD`ê di daxuyaniyê de diyar kir ku armanca êrişa li ser QSD`ê, tirsandin û têkbirina ewlehiya herêmê, astengkirina xebatên siyasî yên li herêmê ye.

MSD`ê di dewama daxuyaniyê de sersaxî ji malbatê şehîdan re xwest.

MSD`ê diyar kir ku jêdera êrişê, heman jêdera ku di Îlona 2023`yan de tevlihevî li herêmê derxistiye.

Bi saya aqilmendên Dêrazorê ew hewldan têk çû.

MSD`ê bang li şêniyên Dêrazorê kir ku ji van dek û dolabên li dijî wan baldar bin û got:

“Em bang li xelkê xwe dikin ku baldar bin ji ber ku dijminên azadiyê û demokrasiyê hewl didin tevliheviyê li Dêrazorê derxin.

Divê xelkê me berpirsyariyên xwe yên nîştimanî bînin cih, bi awayekî cidî li hember wan hewldanan derkevin.

Berxwedana Dêrazorê li hember van komployan, dê wê bike korîdorek ji bo ku projeya demokratîk derbasî herêmên din bibe ku ji ber zordestî û zulmê westiyane.”

Rêveberiya Xweser: Bi êrişa Dêra Zorê dixwazin aramiya herêmê têk bibin

Back to top button