Hatîp Dîcle: Gelê Kurd yê li çar aliyên Kurdistanê xwedî li pêngavê derketin

Berdevkê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle derbarê pêngavê de axivî û got:
“Gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê xwedî li vê pêngavê derketin.
Her ku pêngava me mezin bibe wê Tirkiyê di asta navneteweyî de bi tenê bimîne.
Ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tecrîdê, tirkiyê di bin krîzeke giran de ye.”

Ji bo azadiya Rêber Apo 10’ê Cotmeha 2023’an de li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hate destpêkirin.

Berdevkê pêngavê siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle derbarê pêngavê de axivî.

Hatîp Dîcle diyar kir ku duruşma pêngavê armanca pêngavê dide diyarkirin û wiha pê de çû:

“Armanca pêngavê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Gelek kesayetên akademîsyen, sendîkavan, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û hunermend tevlî pêngavê bûn.

Tevgera Azadiyê û gelê Kurd yê li çar aliyên Kurdistanê bi temamî xwedî li vê pêngavê derketin.”

Hatîp Dîcle: Tirkiye biryarên DMME’yê binpê dike

Hatîp Dîcle anî ziman ku wê pêngav heta misogerkirina azadiya Rêber Apo dewam bike û got:

“Li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê-DMME, nabe mirovek zêdeyî 25 salan di girtîgehê de bimîne.

Lê Rêber Ocalan ev 25 salin di girtîgehê de ye.

Ev yek tê wateya ku Tirkiye biryarên DMME’yê binpê dike.”

Hatîp Dîcle: Her ku pêngav mezin dibe Tirkiye bi tenê dimîne

Hatîp Dîcle bi lêv kir ku yan wê Tirkiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo qebûl bike yan jî wê tirkiyê bi tenê bimîne û got:

“Nelson Mandela 27 salan li zîndanê hat ragirtin, lê belê xwediyê desthilatdariyê ti encam bi dest nexistin.

Ji ber ku Efrîkaya Başûr bi tenê ma neçar man guhertineke bingehîn di polîtîkayê de bikin.

Ji ber vê yekê Mandela serbest berdan.

Her ku pêngava me jî mezin bibe wê Tirkiyê di asta navneteweyî de mîna Efrîkaya Başûr bi tenê bimîne.”

“Divê ev pêngav di asta navneteweyî de hîn berfirehtir bibe”

Dîcle diyar kir ku heta azadiya Rêber Apo neyê misogerkirin pirsgirêka Kurd çareser nabe û wiha domand:

“Li şûna aştiyê polîtîkaya şer pêk nayê.

Ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd û tecrîdê, tirkiyê di bin krîzeke giran de ye.

Divê ev pêngav di asta navneteweyî de hîn berfirehtir bibe.”

Li Swîsreyê çalakiya rûniştinê li ber avahiya Netewên Yekbûyî dewam dike

Back to top button