Şervanên YBŞ’ê yên Ereb komplo şermezar kirin

Şervanên YBŞ’ê yên ji pêkhateya Ereb ya Şengalê komploya 15’ê sibatê şermazar kirin û diyarkirin ku Komplo ji bo pêşî li ber belavbûna fikrê Rêber Apo were girtin, pêkhatiye û gotin:
“Bi Komploya 15’ê Sibatê re azadiya gelên bindest hate hedef girtin.
Xwestin pêşî li belavbûna fikrên Rêber Apo bigrin, lê nekarîn vê yekê bikin.”

Rêber Abdullah Ocalan, di sala 1999’an bi komployeke navnetewî dîl hate girtin.

Ji bo ku fikrê wê bê tunekirin, ji wê demê ve ta niha ji hemû aliyan ve tecrîdeke giran li ser tê meşandin.

10’ê Cotmeha 2023’an li asta navnetewî, 21’ê Cotmehê jî li Şengalê pêngava, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ hate ragihandin.

Pêkhateyên Ereb ya Şengalê jî bi awayeke çalak tevlî pêngavê bûn û niha jî ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê xwe amade dikin.

Şervanên Ereb yên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî komploya navnetewî, têkoşîna gelê Ereb ya ji bo Rêber Apo axivîn.

“Bi komplo xwestin pêşî li ber belavbûna fikrê Rêber Apo bigrin”

Şervanê YBŞ’ê Cebel Şengal, komployê şermezar kir û wiha axivî:

“Ji bo rê li ber belavbûna fikrên Rêber Apo ya di nava gelan de bigirin û rê nedin pêkvejiyanê komployê pêkanîn.

Dagirkeriya Tirk komployê pêkanîbe jî, gelek dewletên din hevkarin û xwedî heman ferasetê ne.”

Dûman Qehreman: Ramanên Rêber Apo her ku diçe belav dibe

Şervanê YBŞ’ê Dûman Qehreman jî da zanîn ji bo pêşî li belavbûna fikrên Rêber Apo were girtin, komplo hat pêkanîn û ev tişt got:

“Fikrên Rêber Apo li cîhanê belav dibû, lewma komployê pêkanîn.

Lê bi dîlgirtina Rêbertî, nekarîn rê li ber belavbûna fikrê wî bigirin.

Herku diçe ramanên Rêbertî li seranserê cîhanê belav dibin.”

Ehmed Ereb: Ji bo azadiya rêbertî têkoşîna hevpar pêwîste

Şervanê YBŞ’ê Ehmed Ereb jî diyar kir ku komplo azadiya gelên dixwestin ji bin zilmê derbikevin hedef girtiye û got:

“Ji bo azadiya Rêbertî pêwîstî bi mezinkirina têkoşînek hevpar heye, divê êdî Rêbertî ji nava çar dîwaran derbikeve.”

Meclisa malbatên Şehîdan a Helebê konferansek li dijî komployê lidar xist

Back to top button