Ajansa Îstixbarta Iraqî ragihand ku duh li Felûcayê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û li gundê Hecil ê navçeya Riyadê jî 23 mûşekên T100 hatin girtin.
Li aliyekî din, çavkaniyekî ewlehiyê diyar kir ku di encama operasyonên li herêma Kewş û Ebû Şeîr yên rojhilatê Samerayê de, jimareke xendeq hate teqandin, 7 mêvangeh hatin rûxandin û 23 mayînên kevn jî hatin bêbandorkirin.
Duh jî çeteyekî DAIŞ’ê ku li kampa Holê dima, li ser sînorê Iraqî-Sûrî ji aliyê Îstixbarata leşkerî ya Iraqî ve tevî kelêş û bombeyeke destan, hat girtin.
Di encama operasyonên hêzên Iraqî yên li dijî DAIŞ’ê de, rojane jimareke çete tê girtin û kuştin.