“Tu niyeta Rêveberiya Xweser a bilindkirina buhayê nan û xwarinê tune ye”

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Barûdo tekez kir ku bi bilindkirina buhayê genim re, ti niyeta Rêveberiya Xweser ji bo bilindkirina buhayên nan an jî madeyên din ên xwarinê tune ye. 

Selman Barûdo destnîşan kir ku wê ji 7’ê Hezîranê ve, dest bi girtina ceh bikin.

Barûdo diyar kir ku komîteyên aboriyê yên Rêveberiya Xweser li her herêmekê, wê cihên guncaw ji bo girtina ceh ji cotkaran re diyar bikin.

Her wiha anî ziman ku wê radestkirina buhayê berhemên çandiniyê, piştî dîroka radestkirina berheman bi mehekê, pêk bê.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê teqez kir ku ti niyeta wan a bilindkirina buhayê nan an madeyên din ên xwarinê tune ye.

Li gorî wî, wê madeyên sereke bi buhayên xwe yên niha bimînin û wê Rêveberiya Xweser piştgiriya vê yekê bike.

Back to top button