Dewleta Tirk koma çeteyên Turkîstanî li Heftanînê bi cih dike

Dewleta Tirk plan dike ku piştî Lîbya û Qerebaxê çeteyên Partiya Îslamî ya Tirkistanê yên bermahiyên El-Nusra û DAIŞ’ê li Heftanînê bi cih bike.
Ev plan jî piştî li hevkirina Rûsya û Dewleta Tirk a li ser Idlibê ketiye meryetê.

Planên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê roj bi roj şênber dibin.

Derket holê ku dewleta Tirk plan dike çeteyên El-Nusra û Partiya Îslamî ya Tirkistanî ku ji bo Lîbya û Qerbaxê hatibûn veguhastin û di dagirkirina Idlib, Cerablus, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de bi kar anîn, li Heftanînê bi cih bike.

Taybet jî dewela Tirk koma çete ya bi navê Partiya Îslamî ya Tirkistanî ku ji Ûygûr, Çeçen, Ozbek, Tacik û çeteyên Asyaya Navîn pêk tê, dibe Heftanînê.

li gorî çavkaniyên pê bawer, dewleta Tirk a dagirker plan dike li Başûrê Kurdistanê herêmekê ji ser sînor ve bi qasî 8-14 km dagir bike û weke “herêma ewle” bi awayekî mayînde ragihîne û van çeteyên navborî li wir bi cih bike.

Hat diyarkirin ku ev plan, piştî lihevkirina Dewleta Tirk a li ser Idlibê ketiye meryetê.

Ne tenê Heftanîn; Kerkûk, Diyala û Şengal jî di hedefê de ne

Li gorî agahiyan, ne tenê Heftanînê, lê cihên wekî Kerkûk, Şengal, Hemrîn, Hewîce û Diyalayê jî di planên dewleta Tirk de ne.

Hat zanîn ku dewleta Tirk plan dike li van herêman jî komên nêzîkî xwe, bi taybetî koma bi navê Heşdî Tirkmen, bi cih bike.

Beriya niha jî Fermandarê Navenda Parastina Gel Murad Karayilan di nirxandineke xwe de diyar kiribû ku dewleta Tirk çeteyên xwe li Heftanînê bi cih kirine û li dijî wan dide şerkirin.

Back to top button