“Me bi çavên xwe dît ku polîsan ciwanên 14 û 16 salî êşkence dikirin”

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li dijî xwepêşanderên girtî her cure êrşkenceyan pêk tîne. Bavê ciwanekî 16 salî dibêje ku asayîşa herêmê êşkenceyê li kurê wî dike û ti dosyayê li ser sûcê wî hêj venekiriye. Mamosteyekî heman navçeyê tîne ziman ku polîsan li ber çavên wan ciwanên temenbiçûk bi tundî êşkence dikirin.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê berî 2 hefteyan li dijî gendeliya hikûmetê, nedana mûçe, qeyrana aborî û siyasî li qadan bûn.

Di xwepêşandanên mafxwaziyê de gelek sivîl ji aliyê desthilata herêmê ve hatibûn binçavkirin û girtin.

Di vê derbarê de, şêniyê bi navê Ehmed Ezîz diyar dike ku kurê wî Mihemed ê 16 salî di roja 2. a xwepêşandanan de bi behaneya ku gulle li asayîşê reşandine, hatiye girtin.

Ehmed Ezîz da xuyakirin ku li zindanê êrşkence û heqaret li kurê wî tê kirin û heta niha ti dosya der barê sûcê wî de nehatiye vekirin.

Mamoste Yasîn Ebdullah jî ku di xwepêşandanan de hatibû biçavkirin, dibêje:

“Me bi çavên xwe dît ku hêzên ewlekariyê êşkence li ciwanên 14 û 16 salî dikirin.

Heta niha gelek ciwan di girtîgehan de ne.”

Desthilata Başûrê Kurdistanê li pêşiya ragihandinê qala azadî û mafên mirovan dike, li paş perdeyê jî her cure êrşkence û binpêkirina mafan pêk tîne.

Di xwepêşandanên vê dawiyê de 10 sivîlên bêsûc hatin kuştin, bi sedan birîndar bûn û gelek kes bi behaneya wêrankirina herêmê di binê zindanan de ne..

Her çi qasî dawî li xwepêşandanan hatibe jî, hêrsa gel li dijî desthilatê hêj dewam dike.

Back to top button