Rojnamegerên Rojava komxebatek pêk anîn

Rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêşnûmeya qanûna çapemeniyê nîqaş kir.

Nivîsgeha Çapemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh li Qamişlo bi hevkariya bi Rêxistina Şar a Geşkirinê komxebateke diyalogê li dar xist.

Di komxebatê de, komek ji rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Ragihandina Azad, nivîsgeh, yekitî , sandîkayên çapemeniyê û nûnerên Meclisa Rêveber û Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Hevserokê Nivîsgeha Çapemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Amir Murad, li ser armancên lidarxistina komxebatê axivî û wiha got:

“Komxebat ji bo pêşkêşkirina gelek pêşniyarên gihandina ber bi mekanîzmayeke guncaw ya ji bo pêkanîna qanûna çapemeniyê beriya erêkirinê, li dar ket. Da ku xebata rojnamegeran hêsan bibe.”

Beşdaran nêrînên xwe derbarê qanûna Ragihandinê de eşkere kirin da ku ji Rêveberiya Xweser re were parvekirin.

Komxebat bi nîqaş û pêşniyarên rojnamegeran bi dawî bû.

Back to top button