MÛRAT KARAYILAN: BI DESTÊ DAIŞ’Ê XWESTIN ÊZIDIYAN JI HOLÊ RAKIN, KURDAN TINE BIKIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan têkildarî rojevên heyî ji radyoya Dengê Welat re axivî.
Karayilan diyar kir ku avabûna çeteyên DAIŞ û kirinên wê herî zêde zerer bi gelê kurd kir û bi teybet jî kurdên Êzidî.
Her wiha Karayilan got;
Heta rejîma AKP’ê hebe ewê hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê jî hebe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Welat re axivî têkildarî mijarên di rojevê de û bi taybet Qonaxa dawî ya Têkbirina DAIŞ’ê de axivî.

Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku çeteyên DAÎŞ’ê destpêkê êrîşî gelê Kurd kirin û wiha got;

Yên ku li Rojhilata Navîn herî zêde zilm lê tê kirin Kurd in.

Di nava Kurdan de jî herî zêde zilm li Êzidiyan tê kirin.

Wan jî hewl dan Êzidiyan ji holê rakin. Bi destê DAÎŞ’ê xwestin Kurdan tine bikin.

Murad Karayilan, di serî de Şengal û Kobanê, şerê li dijî DAÎŞ’ê bibîr xist û destnişan kir, ku dîrok gotinên wan ên ‘ev êrişek qirkirina Kurdan e’ piştrast kir.

” Şerê li dijî DAÎŞ’ê bi ked û xwîna zarokên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî pêk hat û gihîşt qonaxa heyî.

Serketina piştî 5 salan ku wê li Baxozê bê ragihandin, serketina mirovahiyê ye ku bi pêşengiya şervanên Apoyî hatiye afirandin.”

Karayilan hişyar kir ku, tenê projeya dewletê ya DAÎŞ’ê têk çû, metirsiya DAÎŞ’ê weke rêxistinek faşîst bi temamî ji holê ne hatiye rakirin.

KARAYILAN: YÊ KU ÇETEYAN XWEDÎ DIKE ERDOGAN E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan teqez kir ku heta rejîma AKP’ê hebe ewê hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê jî hebe.

” Yê ku çeteyan xwedî dike Erdogan e.

Çeteyên li Bab û Cerablusê bi kû ve çûn? Ew tevlî AKP’ê bûn û niha bi hev re tevdigerin.

DAIŞ nebe, navê xwe dikin El Nusra, Nûreddîn Zengî, ew jî nebe dikin Sûltan Mûrad.

DAÎŞ’î di bin navên cûda de bi destê AKP’ê hewl tê dayin bên rewakirin.

Heya ev rastî ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve neyê fêmkirin, pêşî li AKP’ê neyê girtin, wê DAÎŞ’ê her tim xwedî bike.”

Leave a Reply

Back to top button