Îro PDK û YNK’ê li bajarê Hewlêrê lihev civiyan.
Aliyan li ser mijara Kerkûk, Bexda û Herêma Kurdistanê lihevkirin.
Li navenda YNK’ê ya li Hewlêrê îro şandeyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) lihev civiyan.
Piştî civînê Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Sekreterê YNK’ê Kosret Resûl lihevkirinek îmze kirin.
Piştre berdevkê YNK’ê Letîf Şêx Omer û berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed civîna çapemeniytê lidarxistin.
Berdevkê YNK’ê Letîf Şêx Omer di civîna çepemeniyê de got:
“Wê prose dewam be û ji bo avakirina hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê em ê lezê bikin.
Piştre Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed jî got:
“Lihevkirin ji bo yekrîzî û ximzeta xelkê ye.
Her wiha li ser mijara Kerkûk, Bexda û herêma Kurdistanê pêk hatiye”.
Lê, gorî agahiyên bi dest ketine, herdu aliyan lihevkirine ku Rizgar Elî bibe waliyê Kerkûkê.