Meclîsa Jinan a Amara ku li paytexta Swêdê Stockholmê bi dirûşma “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin” û “Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye” Li Stockholmê şahiyek lidarxistin.
Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtinê destpêkir û piştre li ser navê Rêxistina Banê ya Sara Ayşe Dîdar axivî û got:
“Em 8’ê Adarê di bin siya şer û komkujiyên li ser jinan de û bi têkoşîna jinê ku weke rojê li hember vê siyê bilind dibe, pêşwazî dikin.
Li dijî hişmendî û pergala serdest a mêr ku mîna zivistaneke tarî hewl dide jin û mirovan dorpêç bike û bifetisîne, jin weke mizgîniya biharê hêviyê dide û rengê xwe dide jiyanê.”
Ayşe Dîdar bal kişand ser pêngava azadiya ya ji bo Rêber Apo û got:
“Azadiya Rêber Apo, azadiya me jinan e. Ev pêngav ji bo gelê Kurd taybej jî jinan gelekî girîng e divê em wek jin ji bo serkeftinê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin.”
Piştre şahî bi xwendina helbest, stran û gerandina govendê bidawî bû.