Ciwanên Afrîkayê banga azadiya Rêber Apo kirin

Ciwanên Afrîkaya başûr di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdulla Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.
Serokê Rêxistina Ciwanên Sosyalîst Sibû Zikode, di civînê de têkoşîna gelê Kurd silav kir û got: “Çawa ku me ji Mandela re gotibû rêber, îro jî Abdullah Ocalan ji bo me rêberê azadiyê ye.”

Ciwanên Afrîkayê ku Rêber Apo weke Rêberê xwe pênase kirin banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ her ku diçe berfireh dibe.

Rêxistina ciwanên sosyalîst Abahlalî baseMjondolo, pêngava agadiya Rêber Apo silav kir.

Ev rêxistin di sala 2004’an de ji bo parastina mafên bi milyonan ên li Efrîqaya başûr hatiye avakirin û 120 hezar endamên wê hene.

Rêxistinê îro civîna xwe ya Giştî li dar xist.

“Abdullah Ocalan weke mandela ji bo me rêberê azadiyê ye”

Serokê Rêxistina Ciwanên Sosyalîst Sibû Zikode, di civînê de têkoşîna gelê Kurd silav kir.

Sibû Zikode di axaftina xwe de Rêber Apo wek “Heval Abdullah Ocalan” bi nav kir û got:

“Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Çawa ku me ji Mandela re gotibû rêber, îro jî Abdullah Ocalan ji bo me rêberê azadiyê ye.”

Ciwanan her wiha endamên Koordînasyona Komalên Ciwan û Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan Sara Hogir Rîha û Bişeng Brûsk jî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi bîr anîn.

Akademîsyen Eleonora De Majo: Tecrîd pêkanîneke li derveyî mirovahiyê ye

Back to top button