Li Efrînê meha Sibatê: 4 welatî hatin kuştin û 27 jî hatine revandin

18’ê Adara 2018’an bajarê Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin.
Ji wê rojê û heta îro, Efrîn û navçeyên wê yên hatîn dagirkirin bûne navendên sûcên şer.
Di Sibata 2024’an de, 4 welatî hatin kuştin û 27 jî hatin revandin.
Li kêleka vê, hovîtiya qutkirina dar û guhertina demografî ji xwe her dewam e.

Ji 18’ê Adara 2018’an ku dewleta Tirk Efrîn dagirkir û heta niha roj bê revandin, êşkence û guhertina demografî roj derbas nabe.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê raporek li ser sûcên ku di meha Sibatê de ji aliyê dagirkeran ve hatine kirin, weşand.

Li gorî raporê, di meha Sibatê de 4 welatî hatine kuştin.

Ji van 2 welatî di êrişên li ser Şêrawa û Şehbayê de û kesek jî, ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hatine kuştin.

Her wiha welatiyek ji ber darên wî hatin birîn, ji qehra re mir.

Di raporê de hate diyarkirin ku li navçeya Mabatayê 5 xwendekarên li navçeyê hatin bicihkirin bi kêran li xwendekarê Kurd Şiyar Îbrahîm Omer da.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bal kişand ser sûcê revandinê jî.

Hate diyarkirin ku di nav de, 6 jin û zarokek keç bi giştî 27 welatî hatin revandin.

Têkildarî qirkirina xwezayî jî ev agahî hatin dayîn:

“Li navçeya Mabatayê bêtirî 200 darên zeytûnan û yên daristanî hatin birîn.

Li gundê Bêk Obasî 600 darên kerez û li navçeya Bilbilê jî darên daristanî ji kokê hatin rakirin.”

Raporê cih da guhertina demografî jî.

Hate gotin dagirker bi desteka rêxistina Gazze Destek li gundê Kefer Sefera û li gundê Kefer Romê jî bi desteka rêxistina Yed El Ewn avakirina mêtingehan didomînin.

Dagirker û çeteyan di Çileya îsal de 4 welatî kuştibûn û bêtirî 50 jî revandibûn.

Li Efrînê ji serê salê heta niha 4 kes hatine kuştin 97 jî hatine revandin

Back to top button