Salvegera 7’an a êrişên PDK’ê li ser Xanesorê

7 sal bi ser êrişa çeteyên PDK’ê yên li ser Xanesora Şengalê pêk hatî re, derbas bû.
Fermandariya YBŞ’ê diyarkir ku êrişa li ser Xanesorê plana dewleta Tirk bû ku PDK’ê pêk anî.
YBŞ’ê got: Ji bo wê demê şer rûnede em pir bi baldarî tevgeriyan.
Lê vê carê hemû hewldanên PDK bê nîqaş ew ê bibe sedema bersevek tund.

Ne 7 sal, diyare 70’ê sal derbas bibe jî ev dimen wê neyên bîrkirin.

Çeteyên ku dewleta Tirk li nava PDK’ê bicih kirîn, ji bo fermaneke nû li ser serê Şengaliyan bînin, berê xwe dabûn Xanesorê.

2’ê Adara 2017’an PDK’ê komên çekdar ên li aliyê bajaroka Sihêla û bajarê Dihokê birin bajaroka Sinunê ya Şengalê.

Piştre jî ji wir berê xwe dan bajaroka Xanesorê ya di bin kontrola şervanên Êzdîxanê de.

5 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ, Asayîşa Êzidxanê û 2 gerîlayên HPG’ê yên ji bo pêşîgirtina şerekî di nava hewildanan de bûn, şehîd bûn.

Her wiha rojnamevan Nûjiyan Erhan ya birîndar bûyî jî, piştî 19 rojan di 22’ê Adarê de, tevlî karwanên şehîdan bû.

Fermandariya YBŞ’ê bi boneya rojê daxuyaniyek nivîskî bi raya giştî re parve kir.

YBŞ: Êrişa li ser Xanesorê plana Tirkiyê bû PDK’ê pêk anî

YBŞ’ê destpêkê hemû şehîdên Xanesorê bibîranî û wiha got:

“Êrişa li dijî Xanesorê pêk hat planên dewletên dagirker ya bi destê PDK’ê çêbûyî bû.

Şengal bi destê keç û lawên vî gelî bi pêşengtiya HPG, YJA Star û bi hêzên YBŞ-YJŞ hatibu rizgarkirin.

Gava DAIŞ hebû PDK reviya bû, gava ev qad rizgar bû ew ket tevgerê û wesayîtên xwe anî qadên rizgarkirî.

Lê gelê me tu carî vegera xiyanetkaran qebûl nake.”

YBŞ: Em ji her demî zêdetir amadene gelê xwe biparêzin

YBŞ’ê îşaret bi piştperdeya êrişê kir û ev tişt anî ziman:

“Gelek cara gefên PDK li ser vê erdnîgariyê çêdibe.

Lê bila PDK baş bizanibin ji bo şer dernekeve em heya dawiyê bi baldarî tevgeriyan.

Lê vê carê hemû hewldanên PDK bê nîqaş ew ê bibe sedemê bersevek bi tund.

Vê carê em ji her demî zêdetir amadene gelê xwe û destkeftiyên xwe biparêzîn.”

YBŞ: Wê serkeftin her ya me be

YBŞ’ê anî ziman ku wan di berdêla parastina berjenwediyên gelê xwe de gelek berdelên giranbûha dame û wiha bi dawî kir:

“Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin.

Wê serkeftin her ya me be.”

Back to top button