Cezayîr asîmanên xwe li firîna balefirên Fransa girt

Gelo beriya mitîngeriya Fransa Cezayîrek hebû?
Aloziya navbera Fransa û Cezayîr, derebasî qonaxek nû dibe.
Piştî gotinên Serokomarê Fransa Macron, ji Cezayîr bertekên zêde derdikevin.
Cezayîrê qada xwe ya asmanî li balefirên Fransayê girt.
Macron jî Cezayîr bi girtina kîna li hemberî welatê wî tewambar kir.

Di navbera Fransa û Cezayîrê de şerê gotinî di nava salên dawiyê de ji her demê tundtir bûye.

Piştî gotina Serokomarê Fransa Emmanuel Macorn a “Beriya mitingeriya Fransî, miletek Cezayîrî hebû” di navbera aliyan de alozî derketiye.

Cezayîr gotinên Macorn weke heqaret û destwerdana karên navxweyî binav kir.

Ji ber vê yekê Cezayîrê balyozê xwe yê Parîsê vegerand welat.

Piştî vê yekê Cezayîr asîmanên xwe li balafirên leşkerî yên Fransa girt.

Hêzên leşkerî yên Fransa jî ev yek piştrast kirin ku ji bo fîrîna balafirên wan li ser asîmanên Cezayîr destûr nehatiye dayîn.

Wezareta Fermandariya Fransayê jî ragihand ev yek bûye sedema ku wan 2 firîna balefirên xwe paşde bêxin.

Piştî vê rewşê, bal ket li ser Oparasyonên Borkana yên Fransa li herêma Sahela Rojavayê Afrîka dide meşandin.

Berdevkê Wezareta Fermandariya Fransa ragihand ku ev yek wê bandor li ser oparasyonên wan yên li Sahelê nekin.

30’ê Îlonê Macron di dema Şerê Serxwebûna Cezayîrê de li gel 18 ciwanên ku malbatên wan di şerê wê demê de heyî civiya bû.

Axaftinên Macron ya “Gelo beriya mitîngeriyê, netewek Cezayîrê hebû”, di nava çapemeniya welat de deng veda.

Her çiqasî Koşka Elysee ev yek red kiribe jî lê ji wê rojê ve di rojevê de ye.

Macron wiha gotibû:

Beriya mitîngeriya Fransa, gelo Cezayîr hebû?

Beriya me jî li Cezayîr mitînger hebûn.

Ji birkirina mitîngeriya Tirkiye ya li Cezayîr ez matmayî hiştim.

Back to top button