Îro di saetên êvarî de balafirek bêmirov ya artêaş Tirk a dagirker erebeyek li Şehbayê hedef girt.
Navenda Ragihandinê ya YPG`ê ragihand ku di vê êrişê ya li navçeya Ehdasê 3 şervanên me şehîd û 2 jî birîndar bûn.
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Maratê û navçeya Ehdas a Şehbayê erebeyek bombebaran kir.
Di vê der barê de Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di wê êrişê de 3 şervanên wan şehîd û 2 yê din jî birîndar bûne û got:
YPG’ê di derbarê nasnameyên şervanên xwe de diyar kir ku ew ê piştre nasnameyên wan bi raya giştî re parve bikin.