85 roje aqûbeta rojnemevan Silêman Ehmed nayê zanîn

Rojnamevan Silêman Ehmed ê ku ji aliyê hêzên PDK ‘ê ve hatiyê revandin 85 rojin windaye.

Roj bi roj guman û fikir li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibe.

PDK’ê rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel wî bike.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya li Dihokê destnîşan kir ku, revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Her wiha parêzer Nerîman diyar kir ku piştî ku ew hatin astengkirin, wan serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet.

Parêzer Nerîman dazanîn ku dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku ew wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.

82 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button