Nivîsgeha Listikên Takekesî ya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnuvaya badmîtona mêran a 2023`yan li hola werzîşê ya navçeya Amûdê li dar xist.
Kluba Biratî, Ciwanê Baz, Serdem, Cûdî û Yekitî tevlî tunuvayê bûn.
Di qonaxa yekemîn a turnuvayê de, lîstikvan li ser 2 koman hatin belavkirin.
Di her komekê de 6 listikvanê hebûn.
Li hember hev lîstin.
Ji her komekê lîstikvanê serkfetî derbasî qonaxa duyem bû.
Endama Komîteya Teknîkî ya Badmîtona Kamle Mihemed anî ziman ku Di aliyê tevlêbûnê,performans û pêşbaz de turnuva baş bû.
Kamle hêvî kir ku turnuvayên bê tevlêbûn baştir be.
Di maça dawî de ku di navbera Kawa Selah ê ji Kluba Serdem û Ridwan Îbrahîm ê ji Kluba Cûdî de, Kawa Selah bi ser ket û bû şampyon.
Di matçê de Kluba Serdem bi ser ket.
Lîstivanê Kluba Yekitî Mûsa Ebdo pileya sêyemîn bi dest xist.
Di dawiyê de serokê Nivîsgeha Werzîşên Takekesî ya Yekitiya Werzîşê Ebdullah Remo û endamên Komîteya Teknîkî her sê lîstivanên serkeftî xelat kirin.
Yekitiya Werzîşê her sal, turnuvaya badmîtona, li rex karate, aslatîk û volybolê li dar dixe.