Sersaxî ji malbata şehîd Canşêr Adar re hat xwestin

Li Kobanê ji bo malbata Şehîd Canşêr Adar sersaxî hate xwestin. Li Dêrikê jî 93 şehîdên ku di mehên Adar, Nîsan û Gulanê de şehîd bûne, hatin bi bîr anîn.

Gerîlayê HPG’ê Basil Ehmed bi nasnav Canşêr Adardi 5’ê Gulana 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata Şehîd Canşêr Adar re xwestin.

Di merasîmên sersaxiyê de gelek kes axivîn û wiha hate gotin:

“Ciwanên me di çarçoveya mafên parastina rewa yên li hemberî siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û beşên din ên Kurdistanê de, erkên xwe yên pîroz bi cih tînin.

Li Dêrikê 93 şehîd bi merasîmekê hatin bibîranîn

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê 93 şehîdên ku di mehên Adar, Nîsan û Gulanê de li cih û salên cuda şehîd bûne bi bîr anî.

Merasîma bîranînê li navenda Dicla ya Çand û Hunerê ya navçeyê hate lidarxistin.

Di merasîmê de senvîzyonek tê de wêneyên şehîdan hata pêşandan.

Dawiyê, nasnamên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Back to top button