Waliyê Silêmaniyê: Şerê birakujiyê ti destkeftiyekî bi xwe re nayîne

Waliyê Silêmaniyê diyar kir şerê birakujiyê ti destkeftiyekî bi xwe re naîne, tenê wê bibe sedema malwêraniyê.

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir li Silêmaniyê di merasîmek zanîngehê de axivî û derbarê hewildanên derxistina şerê navxweyî yê di navbera Kurdan axivî.

Heval Ebubekir anî ziman ku ji sala 1964’an ve şerê birakujiyê tê kirin, lê ti destkeftiyek bi xwe re neaniye.

Ebubekir diyar kir ku şerê birakujiyê ji bilî malwêranî tiştek din bi xwe re neaniye.

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir got ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê partî şkestine û niha li Silêmaniyê karê ew li ser dikin, ne radestbûn û ne jî birakujî ye.

Back to top button