Yekîtiya Afrîkayê bûyerên tundiyê yên li Afrîkaya Başûr şermezar kir

Li Afrîkaya Başûr 5 rojin çalakiyên tundrew ên protestoyî û talankirinê, dewam dikin.
Li kolanan dîmenên alozî, wêran û talankirinê serwerin.
Heta niha di encama buyeran de 72 kes hatine kuştin.
Yekîtiya Afrîkayê bûyerên tundiyê yên li welat şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Piştî girtina Serokomarê berê Jacob Zuma ya bi sûcên gendelî û xapandinê, li Afrîkaya Başûr xwepêşandanên tendrewan yên protestoyî despêkir.

Xwepêşdan veguherîn bûyerên talan û tundiyê.

Li ser vê yekê Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê Mûsa Fakî Mihemed bi daxuyaniyeke bûyerên tundî, talan û kuştina sivîlan şermezarkir.

Mûsa Mihemed ji malbatên kesên di bûyerên tundiyê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xwest.

Mihemd bûyerên rûdayî li ser giştî welat û herêmê bi xeterî bi nav kir û banga lezgîn ya vegera ewlehî, aşîtî û aramiyê kir.

Di xwepêşandanan de hejmara kuştiyan gihişt 72 kesî

Di çalakiyên tundiyê de, 72 kes hatin kuştin.

Li bajarên Durban û Petermaritsburg ên Eyaleta Kwazulu-Natalê û li bajarê Johannesburg ê eyaleta Gautengê, gelek dikan, şîrket û kargeh hatin talankirin.

9′ Tîrmehê piştî girtin û birîna cezayê zindanê yê 15 heyvî li ser Serokomarê berê Jacob Zuma, li welat xwepêşandan hatin despêkirin.

Jacob Zuma bi 16 sûcên gendelî, xapandin û qaçaxiyê, tê tawanbarkirin.

Back to top button