Êrîşa nîjadperestî li avahiya HDP’ê ya Marmarîsê hat kirin

Piştî êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê, vê carê jî avahiya HDP’ê ya navçeya Marmarîsa Mûglayê rastî erişeke çekdarî hat.Meclîsa Jinê ya HDP’ê êriş şermezarkir u got em ê tu serî natewînin.

Di saetên serê sibehê de li dijî avahiya HDP’ê ya Navçeya Marmarîsê ji aliyê êrişkar A.T.D. (28) ve êrişeke çekdarî pêk hat.

Ev êriş bû dewama êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê ku Denîz Poyraz têde hat kuştin û êrişa çekdarî ya li dijî Hevserokê Rêxistina HDP’a Navçeya Avcilarê ya Stenbolê.

Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê êrîşa Marmarîsê şermezar kir

Meclîsa Jinê ya HDP’ê têkildarî êrişa nîjadperest a çekdarî ya li dijî avahiya HDP’ê ya Muglayê daxuyanî da û teqezkirin ku ew ê li hember van êrişên ku bi polîtikayên dijminatiyê yên îktidarê tên xwedîkirin çongê danînin.”

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya bi awayekî tund bertek nîşanî êrişê da û got;

“Ji êrişa çekdarî ya li dijî avahiya partiya wan a Marmarîsê “Partiyên siyasî yên desthilatê ku ji partîbûnê derketine û veguherîna rêxistinên sûc” berpirsyar girt.

Hevseroka HDP’ê ya Muglayê Fulya Erdogan êriş şermezarkir wiha dewam kir;

“Em dizanin kî li pey van êrişan hene, êrîş li dijî hemû kesên têkoşîna demokrasiyê dikin pêk hatiye.

Em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê li dijî hemû êrişan bidomînin.

Piştî agahdarkirina polîsan êrîşkarê 28 salî hate binçavkirin û çeka wî jî hate desteserkirin.

Heman kesî di sala 2018’an de jî bi heman êriş li dijî avahiya HDP’ê pêk anî bû.

Back to top button