Çalakiya ku dewama mîrasê berxwedana 14’ê Tîrmehê ye, kete roja 230

Berxwedana li zindanên dewleta Tirk ya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya rêber Apo û biryardariyeke xurt dewam dike. Li aliyê din Çalakiyên greva birçîbûnê derbasî qonaxeke din bû û wê ji îro şûn de girtî ji 15 rojan carekê bi awayekî dorveger bikevin çalakiya greva birçîbûnê.
Desteya Şopandina Grevên Birçîbûnê ya li Marmarayê jî tecrîd weke sûcê li dijî mirovahiyê bi nav kir.

Li dijî tecrîdê, ji bo azadiya rêber Apo û rakirina binpêkirinên li girtîgehan girtiyên siyasî dest bi çalakiya grevê ya bêdem û bi dorveger kirin.

Çalakiya ku dewama mîrasê berxwedana 14’ê Tîrmehê ye, kete roja 230’î.

Êrişên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de ne zêde dibin.

Li Mereş û Amedê cezayê hucreyê li girtiyan tê birîn, êşkence û kirinarên xerab li wan tê kirin.

Li gel vê jî çalakiya piştgiriyê ya li wargeha Penaberan a şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr jî 209

Her wiha çalakî li Yewnanistanê jî di roja 192’yan de ye.

“Tecrîd êşkenceyeke di hiqûqa navnetewî de sûcekî li dijî mirovahiyê ye”

Li aliyekî din jî Desteya Şopandina Grevên Birçîbûnê ya li Marmarayê ji bo balê bikşînin ser tecrîdê, li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya li Stenbolê daxuyanî dan.

Umît Efe diyar kir ku rayedar ji bo rakirina tecrîdê û binpêkirinên mafên mirovan tu gavan neavêjin û got:

Tecrîd êşkenceyek e û êşkence him di hiqûqa navneteweyî de û him jî di hiqûqa navxweyî de wekî sûcekî li dijî mirovayetiyê ye.

Desthilatdarî li gorî makeqanûnê û peymanên navneteweyî tevnagere û li girtîgeha girava Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din tecrîd dike û nahêle ku ew bi malbat û parêzerên xwe re rûnên.

Umît Efe bang li desthilatdariyê kir ku divê tecrîd û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan were bidawîkirin.

Parêzer Veysî Eskî jî diyar kir ku bi şewbê re tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye û bang li rayedaran kirin ku bila vê pirsgirêkê çareser bikin.

Remziye Tosun: Çalakiyên greva birçîbûnê wê bi rihê 14’ê Tîrmehê êşkenceyê têk bibe

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun jî diyar kir ku serhildana 14’ê Tîrmehê îro li girtîgehan hîn didome..

Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin dê bi rihê 14’ê Tîrmehê zilm û êşkenceyê têk bibe.

Remziye da zanîn çareserî dê bi piştevaniyê pêk bê û ji bo mezinkirina têkoşînê bang li her kesî kir.

”Li dijî tecrîdê biryara me têkoşîn e”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûrî Ayşe Mehmûd jî anî ziman ku biryar û helwestên wan li dijî tecrîdê wê her têkoşîn be.

Back to top button