Rêveberiya Xweser bîlançoya êrişên 24 saetên derbasbûyî eşkere kir

Ev 5 rojin dewleta Tirk a qirker dest bi pêleke nû ya êrişên li ser herêmê kiriye.
Heta niha bi dehna cihên xizmetguzarî, sotemenî û pêdiviyên jiyanî hatine armancgirtin.
Rêveberiya Xweser jî bîlançoya êrişên 24 saetên derbasûyî yên li ser herêmê eşkere kir.

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a hêrêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê encamên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê parve kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane li dijî gel didomîne û navendên stratejîk, binesaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê bombebaran kir.”

Doh piştî nîvro dewleta Tirk a dagirker careke din gelek navendên sivîl û xizmetguzariyê bombebaran kirin.”

“Doh 38 êriş bi balafirên bêmirov û çekên giran li ser herêmê pêk hatiye”

Li gorî daxuyaniyê encamên êrişan wiha ne:

“18 êriş bi balafirên bêmirov û biçek.

20 êriş bi çekên giran.

Di êrişan de kargeh, şîrketên avakirinê, stasyoneke trênê û depoyên genim jî di nav de, 6 navend hatin bombebarankirin.

2 malên welatiyan hatin bombebarankirin.

Li Kantona Cizîrê û bajarê Kobanê 10 bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin bombebarankirin.

Li kantona Cizîrê dewleta Tirk a dagirker 11 êriş pêk anîn:

Di navenda cihên hatîn bombebarankirin de, cihên pêdiviyên jiyanî û nexweşxane hene.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker 19 enî li herêmên Şehba û rojhilatê Efrînê bombebaran kirin.

Di armanca êrişan de, gundên navçeya şera û Şêrewa yên rojhilatê Efrînê hebû.

Derdora bajarokê Til Rifetê yên Şehbayê jî di armanca êrişan de bû.

Rêveberiya Xweser doh jî di eşkerekirina bîlançoya xwe ya êrişên 25’ê Kanûnê de ragihandibû ku bêtirî 40 êriş li ser herêmê pêk hatibûn.

Di encamê de, 8 welatî şehî bû 18 jî birîndar bûn.

Rêveberiyê diyar kir ku 2 hezar û 200 gund û bajar di tariyê de hatine hiştin.

Rêveberiya Xweser bal kişand ser bêdengiya hêzên navnetewî û got:

Heta niha Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya hîna bêdengin.

Asayîşê têkildarî êrişên ser bendon kontrolê daxuyanî da

Back to top button