HPG’ê nasnameya şehîd Dîlan Cizîr eşkere kir

HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya şehîd Dîlan Cizîr eşkere kir.

Li aliyên din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasameya gerîlaya YJA Starê Dîlan Cizîr eşkere kir.

HPG’ê derbarê kesayeta şehîd Dîlan Cizîr de wiha got:

“Hevrêya me Dîlan li Cizîra Botan, li gundê Heblerê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû.

Ji ber êrîş û zilam dewleta Tirk ya li dijî gelê kurd hevrêya me 2015’an tevlî nav refên gerila bû.

Bi meşa xwe ya bi pîvan li nava têkoşînê bû milîtaneke mînak a PKK û PAJK’ê.

Bi sekna xwe ya biryardar a li ser xeta azadiya jinê têkoşîna xwe mezintir kir û kedekî mezin da.”

HPG’ê ji malbata hêja ya şehîd û tevahî gelê Kurdistanê yên welatparêz re sersaxî xwest û got:

“Weke hevrêyên wê em soz didin ku armanca Rêberê Azad, Kurdistana Azad a hevrêya xwe Dîlan bi ser bixînin.”

Li gorî daxuyniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Dîlan Cizîr
Nav paşnav: Dîlek Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik: Emîne
Bav: Zekî
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Kanûna 2017’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button