Hikumeta Danîmarka ji bo vegera koçberên Sûrî rastî zehmetiyan tê

Hikumeta Denîmarkê, ji ber hewldanên vegerandina koçberên Sûrî li welatê wan, rûbirûyî prosdûrên zagonî tê.

Hin prêzer ku amadekariyan dikin ku Hikumeta Denîmarkê bidin ber Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan, gotin,

Vegerandina bi sedan koçberên Sûrî li warên wan li ser bingehê ku welatê wan biewle ye, dê metirsiyeke bi xwe re bîne.

Ev yek jî wê rê li pêşiya dewlatên din veke ku gavên wiha biavêjin.

Li gorî Rojnameya The Gardian, Hikumeta Denîmarkê nûkirina daxwaznameyên demkî yên penaber û taybet yên Sûrî ji havîna borî ve red dike.

Danîmarka îdia dike ku reşa li Sûrî ewle bûye.

Odeya Guernica 37 ku navenda wê li Londonê ye û di pirsgirêkên edalet û mafên mirovan de alîkarî dike rewşa koçberan lêkolîn kir.

Hejmara welatiyên Denîmarkê 5.8 milyon kes e.

Piştî Partiya Gel a Denîmarkî ya radîkal hat ser deshilata welat rewşa koçberan careke din aloz bû.

Ger heweldanên Hikumeta Denîmarkê bi ser ket û koçberên Sûrî bi darê zorê vegerandin welat, wê ev gav bibe sedema ku gelek welatên Ewropî li ser heman rêyê bimeşin.

Back to top button