Li gel dizîna darên Başûrê Kurdistanê, vê carê dewleta Tirk dest bi dizîna dewlemendiyên binerd kiriye.
Ev zêdeyî 2 sale şîrketên Tirk, bi hevkariya artêşa Tirk û cerdevanan daristanên herêma Behdînanê dibirrin û talan dikin.
Dewleta Tirk a dagirker madenên gundê Bêrsivê ya Zaxoyê derdixe û dibe Tirkiye û birrîna darên herêmê jî dewam dike.
Li gorî nûçeya Rojnews li herêma Zaxo nêzî 40 seyareyên barhilgir bi amûrên pêşketî ji bo derxistina madenan û birîna daran berê xwe da herêmê.
Her wiha hat zanîn ku kompaniyên Tirk li gundê Minînê nêzî gundê Bêrsivê ye erdan û zeviyên cotyaran dikirin û madenên binerd derdixin û derbasî Tirkiyê dikin.
Hat diyar kirin tevî nerazîbûnên raya giştî ya Kurd û jîngehparêzan hîn jî li devera Kanya Xema, (Bankê û Keşanê) û li Şabanê dar tên birrîn.