Mamosta û karmendan daxwaza mafê xwe kirin

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” li nava Îran û Rojhilatê Kurdistanê, peyamên têkoşînê xurt kiriye.
Li gelek bajaran mamosta û muçexwer çalakî li darxistin û daxwaza mafên xwe kirin.
Her wiha li dijî proje yasaya sepandina hîcaba bi zorê, jin li gelek navendên giştî kefiyê ji serê xwe dikin û helwesta xwe diyar dikin.

Tevî hemû zext û binçavkirinan, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nerazîbûn û çalakiyên di çarçoveya serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ de dewam dikin.

Serhildanê baweriya gel ya li dijî deshilatê xurtir kiriye.

Di vê çarçoveyê de, xwepêşandan û çalakiyên mamosta, karker û muçexweran ên li dijî rewşa xirab a jiyanê zêdetir bûne.

Gora jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê bûye rawestgehek ya kesên azadîxwaz.

Malbatên kesên ku di serhildanê de jiyana xwe ji dest dane, serdana gora Jîna Emînî ya li goristana Ayçî ya li Seqizê kirin.

Doh jî malbata Simko Mewludî yê di xwepêşandana li Mihabadê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora Jîna Emînî bû.

Jin hîcaba bi zorê red dikin

Tevî zext û hewildanên deshilatê yên ji bo sepandina hîcaba (kefî) bi zorê, roj bi roj hejmara jinên li cihên giştî kefiyê bikarnaynin zêde dibe.

Di çalakî û şahiyên Newrozê de hejmarek zêde ya jinan, wek bertek li dijî hîcaba bi zorê, bi awayê ser vekirî wêneyên xwe girtin û li ser medya dijîtal parvekirin.

Cezayê karneanîna hîcabê ji cezayê kuştina bi şaştî zêdetir e!

Li nava Îranê cezayê karneanîna hîcabê ji cezayê kuştina bi şaştî zêdetire!

Li gor proje yasaya ku ji aliyê tûndrewên nava parlementoya Îranê ve hatî amadekirin, jinên ku yasayê bin pê dikin ji 500 hezar Timen ta 3 milyar Timen cezayê darayî jêre hatiye diyarkirin.

Derbarê mijarê de rojnamevanê naskirî yê Îranê Mihemed Aqazade li ser twîtter’ê peyamek parve kir û got:

“Hûn çi wêneyek dihikûmeta xwe de nîşan didin ku giyanê mirovek bi 900 milyon Timen û derketina çend ta ji porê jinan bi 3 milyar Timenan ceza dikin.”

Li gor yasayên Îranê, eger kesek bi şaştî û bêy xwestek bibe sedemê mirina kesek, divê ew kes bi qasî 900 milyon timen pere bide malbata kesê hatî kuştin.

“Jin qurbaniyên sereke yên siyaseta deshilata Îranê ne”

Li aliyekî din doh Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) rapora xwe ya salane ya li ser binpêkirinên mafên mirovan weşand.

Di beşek raporê de behsa serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate kirin û asta tundiya hêzên desthilatê ya li hemberî xwepêşanderan hate kirin.

Hate gotin, qurbaniyên sereke yên siyaseta desthilata Îran.

Back to top button