Netanyahu bangên Biden yên ji bo reformê red kir

Serokê Amerîka Biden bang li Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu kir ku gavan paşde bi avêje.
Netanyahu jî ev yek red kir û got:
Ew ê biryarê li ser zextên derve nagirin.

Daxwaza hikumeta Îsraîl ya ji bo pêşnûmeya reforma dadrêsiyê demeke dirêje di rojeva welat de ye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di pêşnûmeyê de israr dike.

Kesên li dijî reformê derdikevin jî rastî berteka Netanyahu tê.

Netanyahu roja Yekşemê Wezîrê Parastinê ji ber li dijî pêşnûmeyê derket ji kar dûrxist.

Vê yrekê xwepêşandanên li welat berfirehtir kir.

Serokezîrê Îsraîlî piştî bertekan reform paşxist.

Di wextekî ku Koşka Spî jî hikumetê xwest ku tawîzan bide, doh Serokê Amerîka Joe Biden ev yek kêmeke din bi pêşdebir û got:

“Ez hêvîd ikim ku ew (Netanyahu) dest ji vê berde.”

Bidenê ku çû Karolînaya Bakur ji rojnamevanan re axivî û ev tişt anî ziman:

“Mîna gelek alîgirên xurt ên Îsraîlê ez jî pir bi fikar im.

Ew nikarin vê rêyê bidomînin, ez difikirim ku min ev yek eşkere kir.”

Biden got, “Ez hêvî dikim ku Serokwezîr rêyekê bibîne ku hindek tawîzên jidil bide, lê vê gavê de wusa xuya nake.”

Piştî van daxuyaniyan Netanyahu bi lez banga Biden red kir û diyar kir ku Koşka Spî hewl dide zextê li hikûmeta Îsraîlê bike.

Netanyahu di daxuyaniya xwe da wiha got:

“Îsraîl welatekî serwer e ku biryarên xwe li gor îradeya gelê xwe dide, ne li gor zextên derve.”

Li Îsraîlê, Amerîka bi gelemperî wekî “hevalê herî baş” yê welêt tê binav kirin.

Reforma dadwerî ya binakok a hikumeta Netanyahu

Li Îsraîlê Wezîrê Dadê Yariv Levîn di 5ê Çileyê de ragihandibû ku ew plana “reforma dadrêsî” dikin.

Bi vê yekê re, wê rayeyên Dadgeha Bilind sînordar bike û destûrê bide hikûmetê ku di tayînkirina dadweriyê de xwedî gotin be.

Piştî wê 13 hefteyan, bi deh hezaran Îsraîlî li seranserê welêt xwepêşandanên girseyî li dijî rêziknameya dadwerî ya hikûmetê li dar xistin.

Back to top button