Fermadarekî QSD’ê: Dewleta Tirk amadekariyên êrişên nû dike

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Erdal Kobanê li dijî êrişên dawî yên li ser herêmê dibêje: “Dewleta Tirk bi awayekî eşkere amadekariya êrişeke nû dike.” Fermandar Erdal Kobanî anî ziman bi piştgiriya gel ew amade ne bersiva her cûre êrişên li ser herêmê bidin.

Di demeke wiha de ku cîhan bi şerê Ûkraynayê re mijûl e, Tirkiye û çeteyên xwe dixwazin dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bikin.

Demek e jinûve dest bi êrişên dijwar li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatie kirin.

Ev êrişên wan, ji bilî ziyanên madî ku li pey xwe dihêlin, dibin sedema kuştina sivîlan.

Erdal Kobanê da zanîn ku dewleta Tirk ji bo veşartina pirsgirêk û krîzên xwe yên hundirîn, mîna hertim wê dest bi êrişên nû bike.

Fermandarê QSD’ê Erdal Kobanê dawiyê tekez kir ew ê bi hevkariya gelê xwe, axa xwe biparêzin û piştrast kir di vî alî de amadekariyên wan hene.

Back to top button