Jinên Şêxmeqsûdê: Em ê bi berxwedana xwe dorpêç û hemû êrîşan têk bibin

Ev demek e taxa Şêxmeqsûd a Helebê di bin dorpêça Hikumeta Şamê de ye.
Li dijî vê dorpêçê şêniyên taxê nerazîbûnên tund nîşan didin.
Jinên taxê dibêjin: Bi berxwedana xwe em ê dorpêçê û hemû êrişên li ser me têk birin.

Tevî rewşa heyî ya zehmet û êrişên rojane yên Tirkiyeya dagirker û çeteyên wê, hikumeta Şamê jî li dijî taxên Kurdan, di nava hewildanan de ye.

Taxa Şêxmeqsûd ev çend hefte ne ji aliyê hikumetê ve hatiye dorpêçkirin û rê nade ard derbasî taxê bibe.

Tevî ku meha Remezanê ye jî, nih 200 hezar kes bênan mane.

Şêniyên taxê li dijî vê dorpêçê û zextên hikumetê di dema heyî de, nerazîbûnên tund nîşan didin.

Niha li hember vê dorpêçê, jinên taxa Şêxmeqsûd dest bi bi çêkirina nanê sêlê kirine û bi vî awayî bersiva kirinên hikumetê didin.

Bi ardê ku berî niha derbasî taxê dihat kirin nan li ser banên malan çêdikin.

Li gel tunebûna sotemeniyê jî, êzingan bi kar tînin.

Jina bi navê Heyat Şêxo dibêje

“Ev ne cara yekê ye ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê nan li taxê qut dibe.

Ji heman taxê jina bi navê Heyat Horo jî tekez dike ku siyaseta birçîkirinê ya hikumeta Şamê wê bi ser nekeve, ji ber ku şêniyên taxê berxwedêr in.

Çawa berî niha li hember her cure êriş û zextên li ser taxê li ber xwe dan, niha jî jinên Taxa Şêxmeqsûd bi vî awayî bersiva êriş û siyaseta niha ya hikumeta Şamê jî didin û wan têk dibin.

Back to top button