Dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo şêniyên resen yê Efrînê ji cih û warên wan koçber bikin zextên xwe zêde dikin.
Çeteyên dewleta Tirk malên Efrîniyan desteser dikin û daxwaza peryan li wan dikin.
Ji aliyê din ve çete xwezaya Efrînê jî tine dikin û darên zeytûnan dibirin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li pêşberî cavên cîhanê sûc û kirinên xwe yên li dijî mirovahiyê bi her awayî didomînin.
Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ên di êrîşên dewleta Tirk li Serê Kaniyê û Girê Spî de cîh girtine, malên şêniyên Efrînê desteser kirin û ji bo radestkirina malên wan nêzî 200 hezar lîreyên Sûrî xwestin.
Rêxistinê diyar kir ku çeteyan gef li şêniyan xwarin e ku eger pere nedin wê mal û milkên wan talan bikin.
Çeteyên dewleta Tirk tevî zextên li ser şêniyên Efrînê, xwezaya Efrînê jî tine dikin.
Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên dewleta Tirk li gundê Axcelê yê li Cindirîsê nêzî 150 darên zeytûnan birrîn.
ÇETEYAN 150 DAR BIRÎN Û JI BER NAKOKIYÊN PARVEKIRINÊ ŞER KIRIN
Li gorî agahiyan, piştî ku çeteyan dar birrîn, di navbera çeteyên ”Ehrar El-Şerqiya” û komeke din a çeteyan de li ser firotina daran nakokî rû da.
Ji ber vê yekê di navbera çeteyan da şerekî dijwar qewimî, lê derbarê vî şerî de agahî nehate wergirtin.