Dêrikê-Di êrişan de 3 endamên hêzên Sotoro şehîd bûn

Îro li bajarê Dêrikê dewleta Tirk a dagirker, 4 erebeyên welatiyan û hêzên Asayşê bombebaran kirin.
Di êrişên dagirkeriyê de 3 endamên Asayîşa Sotoro şehîd bûn.
Û nêzî 10 welatî jî di van êrişan de birîndar bûn.

Dîse li dijî erebyên welatiyan û hêzên ewlekariya herêmê êrişên dagirkeriya Tirk pêk hatin.

Di seatên sibehê de, dewleta Tirk a dagirker li bajarê Dêrikê 3 erebe, dema ketina bajêr kirin armanc û bombebaran kir.

Di bombebarana dagirkeriyê de, ji bilî zirarên madî şehîd û birîndar çêbûn.

Navenda Meclisa Leşkerî ya Suryan ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Dêrikê de 3 endamên hêzên Sotoroyê şehîd bûne.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Şerbil Neîm Somî, Cemîl Hena Hena û Mizefar Mihemed Mihemed.

Meclisê diyar kir ku 2 endamên din ên bi navên Corc Şîmo Yuhena û Danî Semîr Xelef birîndar bûn.

Her wiha nûçegihana me, navên 3 birîndaran din ku bidest xistin rangihand.

Li gorî wê,

Heyder Rustem (16), Reşîd Salih Omer Emro (49) û Mihemed Emîn Îsmaîl (51).

Piştî bombebarana 3 erebeyan, dewleta Tirk li gundê Wankê yê heman bajarî erebeyeke din kir hedef.

Birîndarên êrişan li nexweşxaneyên bajarê Dêrik û Qamişlo tên dermankirin.

Ji dawiya 2023’an ve dewleta Tirk pêla êrişê nû a qirekirinê li ser herêmê daye despêkirin.

Di encama êrişên wê yên li ser binesazî, navendên xizmetguzarî, nexweşxane, dibistan, navendên tenduristiyê, nuqteyên petrolê, stasyonên elektirîkê û malan de 9 welatî şehîd û bi dehan jî birîndar bûn.

Ji wê demê ve heta niha li herêmê pirsgirêkên pêdiviyên jiyanî di warê elektirîk, sotemenî û avê de derketiye.

Back to top button