Li herêma Dêrikê 4 erebe bi balafirên bê mirov hatin armanckirin

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov li Dêrik û gundewarê wê di nava saetekê 4 erebe bombebaran kirin.

Nûçegihana me ragihand ku saet 10’ê sibehê 2 erebe li ser rêya gundê Xanaserê û 2 jî li ser çerxerêya ketina bajarê Dêrikê hatin ji hêla balafirên dagirkeriya Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.

Piştî wê jî, gundê Wanikê yê Dêrikê jî bo armanca bombeyên balafiran.

Li gor agahiyên destpêkê birîndar hene

Li gor agahiyên me bi dest xistine, birîndar di encama êrişan de çêbûne û bo nexweşxaneyên bajar hatine veguhestin.

Back to top button