127 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

127 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.
Tevê hemû bertek û bangên berdana wî jî, PDK’ê dev ji binpêkirinên xwe bernade.
Her wiha yek ji girtiyên Behdînanê yê berê Pîran Herkî nerazîbûn nîşanî girtina çalager û rojnamevanan da û got: “Dengê azadiyê bi zindanan nikare bê tepisandin.”

Rojnamevanê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed yê ji aliyê PDK’ê ve hat revandin, 126 rojin agahî jê tune.

Ji dema revandina wî ta niha PDK’ê rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê pêre bikin.

Tevî hemû bertek û bangên ji bo azadiya wî, PDK’ê deng ji xwe dernaxe û dev ji binpêkirinên xwe bernade.

Yek ji girtiyên Behdînanê Pîran Herkî: PDK’ê nikare dengê azadiyê bitepisîne

Her wiha yek ji girtiyên Behdînanê yê berê Pîran Herkî, derbarê girtina akîvîst û rojamevanan axivî.

Pîran Herkî da xuyakirin ku PDK’ê rojnamger û çalakvanên sivîl zîndanî dike û êşkenceyê li wan dike û got:

“PDK’ê ji rastî û heqiyê ditirse, ji ber wê rojnamevanan zindanî dike.

Tu carî PDK’ê dengê azad qebûl nekiriye, her tim dengê azad wek çavkaniya aşkerabûna bêplanî û gendeliya xwe dibîne.”

Pîran Herkî: Armanca PDK’ê rojnamevanan bê hêvî bihêlin

Herkî bal kişand ser rêbazên xerab ên di zindanên PDK’ê û ev tişt anî ziman:

“Eger ji min re bigotina ku li nav Kurdistanê zîndaneke wiha heye, min qet bawer nedikir.

Zîndanek ku tê de 150 girtî hebûn di nav wan de mamosteyên zanîngehê, rojnameger, endazyar, diz û bazirganên narkotîkê hebûn.

Armanca wan ew bû ku rewşa me ya derûnî xerabikin û me bê hêvî bikin.

Rojekê min û du girtiyên din wir pîva, tenê 65 santîmetre bû.

Di nav Girtîgeha Giştî ya Hewlêrê de bi tu awayî kitêb û çavkniyeke nûçeyan tune bû.

TV’yên ku hebûn, tenê hin kanalên kêfxweşiyê bûn.”

126 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button