Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê civîna xwe ya salane lidar xist.
Di civînê de kar û xebatên salekê yên 7 kantonan hatin nirxandin.
Beşdarên civîna bal kişandin ser girîngiya xurtkirina rola jinan di asta siyasî û rêxistinî de.
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca nirxandina rewşa siyasî û rêxistinî ya jinan civîna xwe ya salane li bajarê Reqayê li dar xist.
Gelek tevger û rêxistinên jinan tevlî li civînê bûn.
Di civînê de têkildarî geşedanên dawî yên di qada siyasî ya herêmî û Navnetewyî de, rewşa jinên tevahî Rojhihlata Navîn bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat niqaşkirin.
Jinan di civînê de balkişandin ser rewaşa jinên li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin û diyar kirin ku jin li wan herêman rastî her cuer zext û tundî tên.
Kesên axivîn gotin:
Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe gihandina her jinekê bidin.
Bi rêxistinkirina tevahî civakê re emê azadiyê bi dest bixin.
Her wiha raporên kar û xebatên salekê yên 7 kantonan hatin xwendin.