Doza Kobanê bi parastina Selahedîn Demîrtaş dewam kir

Di doza Kobanê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bersiva tawanbariyên li ser gotina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û kurdistanê da.
Selahedîn Demîrtaş ev mijar siyasiye û ne karê darazê ye û got:
Ne min, bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke Rêberê Gel ragihandin.
Demîrtaş anî ziman pirsgirêk ne hebûna gelê kurd e, pirsgirêk dijminatî û îmkara li dijî gelê Kurd e.

Di doza Kobanê de siyasetmederan li ser gotina ‘Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan’ û Kurdistanê sekinîn.

Siyasetmedaran diyar kirin dozger nikare vê bike mijaran sûc û parastina xwe kirin.

Bi hêceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê, 18 jê girtî bi giştî 108 kes ji Doza Kobanê tên darizandin.

Doz bi parastina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li girtîgeha Sîncanê yê Enqereyê dewam kir.

“Gotina ‘rêberê gelê Kurd çawa dibe pesindayîna sûcdar?”

Selahattîn Demîrtaş diyar fezlekeya hejmar 19 ji ber axaftina wî a têkildarî Rêber Apo hatiye amadekirin û wiha got:

“Gelo ji bo Abdullah Ocalan gotina ‘Birêz Rêberê Gelê Kurd’ çawa dibe dayîna pesnê sûcdar; em vê nîqaş bikin. Kesek çawa ji hêla gelekî ve weke rêber tê qebûlkirin, ev mijar mijara rexne û nîqaşên siyasî ye. Mijara darazê nîne.”

Selahedîn Demîrtaş: Dozger nikare vê bike mijara sûc

Demîrtaş diyar kir dema ew dibêjin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî li hewldanên ji bo aştiyê derdikevin û nezikatiya Rêber Apo yê derbarê vê yekê de bibîrxist.

“Ne min, bi milyonan Abdullah Ocalan weke rêberê gel ragihandin”

Siyasetmedar Demîrtaş destnîşan kir lewra dozger jî nikare vê mijarê bike sûc û ev tişt anî ziman:

“Bihêlin em biryarê bidin bê ka em ê ji kê re bibêjin ‘birêz. Ne min, bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke Rêberê Gel ragihandin. Bi milyonan kesan bi dehan caran pêngava ‘bi wî re hevdîtinê bikin û pirsgirêka me çareser bikin’ dan destpêkirin. Bûyerekî travmayî ye ku dozger û dadgeh vê mijarê dikin mijara sûc.”

Demîrtaş: Em ji ber gotina Kurd û Kurdistanê tên darizandin

Demîrtaş her wiha diyar kir ew ji ber gotina Kurd û Kurdistanê jî tên darizandin û got:

Pirsgirêk ne hebûna gelê kurd e, pirsgirêk dijminatî û îmkara li dijî gelê Kurd e.

Selahattîn Demîrtaş: Divê dewlet dev ji polîtîkayên xwe berde

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş anî ziman ku ew dixwazin ev rastî neyê înkarkirin û wiha bi dawî kir:

“Erdnigariya Kurdistanê heye û em mecbûr in ku bi hev re bijîn. Lewma em dixwazin vê mecbûriyetê veguherînin pêkvejiyaneke bi dilxwazî. Rêya vê ew nîne ku em dev ji nasname û zimanê xwe berdin. Divê dewlet dev ji polîtîkayên xwe berde.”

Back to top button