Rojnamevan Silêman 76 rojin windaye

Ji Rojnamevan û edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 76 rojin agahî nayê girtin.
Guman û fikarên li ser jiyana wî zêde dibin.
Ajansa Rojnews’ê derbarê agaghî negirtina ji rewşa Silêman de daxuyaniyek parve kir û got: “PDK ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmed berpirse.”

Edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ji 25’ê Cotmehê ve ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wan ew revandine.

Lê heta niha jî PDK’ê rê nedaye ku parêzer û malbat bi wî re hevdîtin bikin.

Ajansa Rojnews: PDK ji ewlehî û jiyana Silêman Ehmde berpirse

Ajansa Rojnews’ê li ser rewşa rojnamegerê xwe Silêman Ehmed daxuyaniyek parvekir û got:

“Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbarî û kiryarên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red û şermezar dikin.

Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.”

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana wî jî zêde dibin.

Lê hîna, ji bilî daxuyaniyek tejî îdiayên bêbingeh a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve di derbarê rewşa wî de nehatiye ragihandin.

Heta niha gelek caran parêzerên Silêman jî hewil dane ku wî bibînin, lê hêzên PDK’ê destûra hevdîtinê nadin.

Ajansa Rojnews’ê diyar kir ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê wan Silêman Ehmed berpirse.

Rojnamevan Silêman Ehmed ev 74 rojin agahî jê nayê girtin

Back to top button