Meclisa Leşkerî ya Sûryanî 11 Salê xwe tejî kir

Meclisa Leşkerî ya Suryanî ku li bakurê Sûrî ji bo parastinê cihê xwe di nava QSD’ê de digre, 11 salên xwe tejî kir.
Êdî meclis ket sala xwe ya 12’an.
Meclisê bi boneya salvegera damezirandina xwe peyamek weşand û peyama domandina têkoşîna li dijî DAIŞ û dewleta Tirk a qirker da.

Metirsiya li ser pêkhate û zêdebûna destwerdanên derve, parastina di warê leşkerî de kir yek ji hêmanên bingehîn yên li herêmê.

Di şerê li Sûriyeyê ku ji 2011’an ve li dare, civaka Suryan jî ji bo parastina xwe neçarî avakirina hêzeke leşkerî dît.

Bi vê armancê Meclisa Leşkerî ya Suryanî hate damezirandin.

Meclisê sedema damezirandina xwe jî bi kewandina birînên gelê Sûrî û wekheviya navbera çînên li welat de nîşan dabû.

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi boneya salvegera 11. a meclisê daxuyaniyeke weşand û wiha got:

Di dema aştiyê de em aştîxwaz in û di demên şeran de em şêr in. Me li gel tevahî gelên herêmê di oxira parastina welat de berdêlên giran dan. Me karwanên şehîdan dan ku tariya şevan ronî dikin. Li tevahî herêman me li hemberî rêxistina herî xeternak li ser cîhanê an ku rêxistina DAIŞ a terorîst û şaneyên wê şer kirin.

Fermanariyê îşaret bi êrişên dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser herêmê jî kir û ev tişt anî ziman:

Em li hemberî dagirkeriya deweta Tirk a dagirker sekinin ku di demên dawîn de êrişên xwe li ser herêmên me zêdetir kiriye da ku ziyanê bide herêmên me, gelê resen koçber bike û qirkirineke komî mîna yên Osmaniyan dikirin, pêk bîne.

Meclisa Leşkerî ya Sûryan: Em ê bi QSD’ê re parastina herêmê bidomînin

Fermandariyê diyar kir ku bi serkeftin û destkefiyên mezintir, ew dikevin sala xwe ya 12’an û wiha domand:

Em Meclisa Leşkerî ya Suryanî dibînin ku divê çareseriyeke siyasî pêk were da ku yekitiya xaka Sûriyeyê mîsoger bike û destkeftiyên ku me bi hevkarên xwe yên welatparêz ên QSD’ê de bi dest xistine, biparêzin.

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî di dawiyê de, soza domandina têkoşînê ya heta domandina ewlehî û aramiya herêmê dubare kir.

Back to top button