33 Partî û rêxistinên siyasî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Nûnerên 33 partî û rêxistinên siyasî, civakî û yên jinan jî bi dayîna daxuyaniyekî hevbeş gotin: Dewleta Tirk a dagirker bi sûcên xwe dê nikaribe îradeya me ya siyasî têk bibe.

Îro partî û rêxistinên siyasî û civakî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Nûnerên 33 partî û rêxistinên siyasî, civakî û yên jinan, li pêş avahiya Komîseriya Bilind a karûbarên penaberan a NY ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo, daxuyaniyek da.

Hat desntîşankirin ku ji dema dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ve, dijminahiya dewleta Tirk û gefên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesekiniye û hat gotin:

“Di êrişan de hemû cureyên çek û cebilxaneyê hatin bikaranîn, bi taybet bi balafirên bêmirov û biçek sivîl, zarok, rêveber û saziyên xizmetê û aborî hatin hedefgirtin.

“Nikarin îradeya me ya siyasî têk bibin”

Partî û rûxistinan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: Dewleta Tirk a dagirker bi sûcên xwe dê nikaribe îradeya me ya siyasî têk bibe.

Hat gotin ku ev sûcên dewleta Tirk hemwextî gera 20’an a civîna Astanayê pêk tên û wiha hat gotin:

“Vegerandina têkiliyên Şam-Enqereyê dûrî çareseriya siyasî-nîştimanî, dê bibe destpêkek ji bo dewleta Tirk da sûcên xwe dijî gelê Sûriyê, bi taybet dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne.

“Divê Rûsya û koalîsyon çavê xwe li sûcan negirin”

Partiyan, bang li hemû hêzên siyasî kir ku berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê Sûriyê bînin cih, her wiha daxwaz kir ku li hember binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker nêrîn û hewldan bikin yek.

Partiyên siyasî bang li Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê jî kir, ku siyaseta çavgirtina li sûcên dewleta Tirk a dagirker dewam nekin.

Jina têkoşer Lêman Şiwêş heta dawiyê di xizmeta gelê xwe de bû

Yusra Derwêş-Jina ku li ser bingeha felsefeya Neteweya Demokratîk têkoşiya

Hevseroka kantona Qamişlo,Cîgira wê û ajokar şehîd bûn

Back to top button