Pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Minbicê, ya ku li qada bajêr hate lidarxistin, bi pêşandanên hunerî û dîlanan bi dawî bû.
Di pîrozbahiyê de şêniyên Minbicê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî yên Minbicê, şandeya Rêveberiya Xweser û şandeyên Reqayê beşdar bûn.
Piştî axaftinên beşdaran, gelek koman stran û dîlanên folklorî pêşkêş kirin.
Pîrozbahî, bi gerandina govend û dîlanan bi dawî bû.