Dadgehê xwest doza sereke ya Demîrtaş û Kobanê bike yek

Şandeya dadgehê bêyî beyana parêzeran xwest ku doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi dosya Kobanê ve bike yek hev.
Demîrtaş bertek nîşan da.
Her wiha 10 fezlekeyên nû yên derbarê HDP’î û CHP’iyan de pêşkêşî Meclîsê hatin kirin.

Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş a ku Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara berdanê dabû li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar e Umît Dede, Parlementerên HDP’ê Ayşe Surucu, Erdal Aydemîr û rêveberên partiyê yên bajêr û navçeyan beşdarî danişînê bûn.

Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F bi rêya Pergala Zanyarî ya Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.

Di danişîna ku piştî tespîta nasnameyan destpêkir de şandeya dadgehê kaxezên ku li dosyayê hatine zêdekirin xwend.

Hat dîtin ku îdianameya Doza Kobanê ya li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran tê dîtin li dosyayê zêde kirine.

Pişt re dozger xwest ku daxwaza reda dadgerî ya di danişîna beriya vê de hatibû kirin ji bo bê lêkolînkirin bibin 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran û Doza Kobanê ya li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran tê dîtin ve bê girêdan.

Şandeya Dadgehê jî li ser vê yekê bêyî beyanên parêzeran bigire biryara xwe ya navbeynê aşkere kir û biryar ji 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran re hişt.

Demîrtaş, piştî biryarê mafê axaftinê girt û wiha got:

“Ez bawer im wê hevdîtina me ya dawî be.

Dadgeha we 5 sal in min didarizîne.

Ez li bendê bûm ku hûn tenê carekê li gor hiqûqê tevbigerin.

Divê biryara girêdanê li cem we hatibûya girtin.

Li dadgeha din hêj danişîn jî nehatiye dîtin.”

Li ser gotinên Demîrtaş serokê dadgehê jî bi gotina “ji roja danişîn destpêkirî heta niha hûn dibêjin hûn bi alî ne wê demê bila şandeyeke din li dozê binêre.” xwe xelas bike.

Şandeya dadgehê danişîn taloqî 6’ê Gulanê kir.

10 fezlekeyên nû yên derbarê HDP’yî û CHP’yîyan de şandin meclisê

Di vê navberê de Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî di nav de derbarê parlamenterên HDP’î û CHP’î 10 fezlekeyên ku hatin amadekirin pêşkêşî Komîsyona Tevlîhev a Meclisê hatin kirin.

Navê kesên fezlekeya wan hatine amadekirin jî wiha ne:

Kemal Kiliçdaroglû, Oğûz Kaan Salici, Mûharrem Erkek, Yûnûs Emre, Velî Agbaba, Fethî Açikel, Faîk Oztrak, Ahmet Tûncay Ozkan.

Ji HDP’ê jî fezleke derbarê Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û Kemal Bulbul de ne.

Back to top button