Danîmarka dê penaberên Sûriyê bişîne welatê wan

Hikumeta Danîmarka bi hinceta ku êdî “Sûriye Herêmeke Arame” dest bi betalirina mafê rûniştina penaberên Sûrî yên li welat kir.

Serokwezîra Danîmarkayê Mette Fredrîksen diyar kir ku dê ‘destûra rûniştinê’ ya penaberên sûrî were betalkirin û wan bişînin welatê wan.

Bi vê biryarê re Danîmarka wê di nava welatên Yekitiya Ewropayê de bibe welatê yekemîn ku destûra penaberan a mafê rûniştinê betal dike.

Nîqaşa şandina penaberan li parlementoyê hate kirin û piraniya partiyan piştgirî dan vegera penaberan.

Serokwezîr diyar dike ku wê van penaberan li derdora Şamê bi cih bikin.

Danîmarka dixwaze sînorê xwe ji penaberan re bigire û li ser sînoran jî penaberiyê bide sekinandin û penaberan bişînin kampên li welatên Afrîkayê.

Di gava pêşîn de wê Danîmarka 9 hezar penaberan bişînin welatê wan.

Back to top button