Li Şengalê Çarşema Sor hat pîroz kirin

Çarşema Sor cejna Êzdiyan ya herî naskirî ye. Her sal, di yekemîn Çarşema meha Nîsanê ya li gor salnama kevin de tê pîrozkirin. Li gor baweriya civaka Êzdiya, Xwedayê alemîn her sal melekekî rê dike ruyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav însanan ji holê rake û başî di nav însanan de belav bibe.

Bivê bîr û baweriyê hezaran Êzidî li Şengalê Çarşema Sor pîroz kirin.

Bi tevlibûna hezaran welatiyên Êzidî Cejna Serê Sala Êzidiyan (Çarşema Sor) li Şengalê hat pîroz kirin.

Pîrozbahî li Geliyê Kersê ya Şengalê pêk hat.

Di pîrozbahiyê de peyamên Rêveberiya Xwesera a Şengalê, PADÊ û TAJÊ hatin xwendin.

Her weha hunermend Baran, Sîpan Xelat, Koma Şehîd Serhed, Koma Şeng û Arî stran gotin û hûnerên xwe pêşkêş kirin.

Back to top button