Hêzên Rûsyayê çarek din vegeriyan nuqteyên xwe

Li Herêma Şehbayê piştî rojek ji vekişîna Hêzên Rûsyayê ji nuqteyên xwe, îro carek din vegeriyan cihên xwe. Efrîniyên li Şehbayê gotin, ew tucarî bawariya xwe bi hêzên Rûsya nayînin, ji ber ew hevkarê dagikirina Efrînê ye.

Li navçeya Til Temrê jî, balafireke bêpîlot a dagirkeriya Tirk, hat hedefkirin û bi dûr xistin.

Dewleta Rûsyayê ji bo pêkanîna ajendayên xwe, plan li ser şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê koçberbûne digerîne.

Duh hêzên Rûsyayê nuqteyên xwe yên li gundên Til Rifet, Şêrewa û Kişteharê vala kirin.

Îro, hêzên Rûsyayê piştî rojekê ji valakirina nuqteyên xwe vegeriyan cihên xwe.

Her wiha Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan destnîşan kir ku vê sibê hêzên alîgirên Îranê di nuqteyên leşkerên Rûsya bicih bûbûn.

Şêniyên Efrînê: Yên ku bû sedema dagirkirina Efrînê bawariya me pê nayê

Ji aliyên xwe ve Şêniyên Efrînê yên koçberî Şehabayê bûne piştrast kirin ku ji ber dagirkirina Efrînê di encama plana Rûsiya bi dewleta Tirkiyê re bû, ew tucarî bawariya xwe bi Rûsya nakin.

Li Til Temirê ji ber derbeya şervanan balafireke bêpîlot a dagirker ji herêmê dûr ket

Her wiha îro jî li navçeya Til Temir Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê balafireke bêpîlot a dagirkeriya Tirk ku li asîmanê navçeyê digeriya, kir hedef û neçar kir ku dûr bikeve.

Back to top button